JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Ev cihê mixabiniyê ku li vî welati, her roja ku diçe em betir rastî tundî û kuştina li hember jinê tên. Berdewamiya kuştina jinan rojeva wêlêt bi her awayî dîl digire, niha ev pirsgirêk jî pirsgirêka herî mezin û serekê ya raya giştî ye.

Li Tirkiyê di zik hev de, her meh 25-30 jin tên kuştin. Mixabin di encama tundiya mêran de jinên ku tên kuştin bi tene weke daneyeke îstatîstîkê di deste me de dimînin. Dema ku em bi giştî û bi awayeke hûrgilî li kuştina jinan dinêrên, sedemên diyarker, nepejirandina berpirsyariya ji bo jiyana wek hev û hevpar e, yek jê jî daxwaza diyarkirina her tiştî ya li gor berjewendî û erka xwe ye û ev jî ji ezeziyê wedetir ne tiştek e din e.

Wisa tê bawerkirin ku Sedsala Nêz bi serdestpêka Şoreşa Seneyiyê dest pê dike. Bi veguhezandineke din di vê “Serdema Agahiyan” de çilvirîn û serobinêhevbûna erdîgariya me bi awayeke pergalî û zanebûn pêk hat. Herwiha ev jî xirabûn û serobinêhevbûna nirxên jêneger ên Mafê Gerdûnî ên Mirovan jî bi xwe re tîne.

Pênasekirina jinê yên tene bi têgehên weke dayik, evîndar, hevser ûhd yên teng û spesifik in. Ev pênasekirin tundî û zext û pêkûtiyan jî li hember jinê zêdetir dike. Divê jin ne ku têbigihên bê ka “em çi ne” divê ew têbigihên û bizanibin bê ew “kî ne” û bi vî rengî li hember pêkûtiyên civakî û derûnî têkoşîneke hevpar bi meşînin.

Jinên ku ji civakê hatine dûrxistin, ji bo ku xwe ji zext û pêkûtiyan biparêzin ji bo jiyaneke bi ewle û bi mirinê re rû neminin ew jî xwe civakê bi dûr digrin, xwe jê qut dikin û jiyanê li xwe diherimînin. Bi vî rengî bi tirs û xofekî nêzî jiyanê dibin. Herwiha ji bo heman sedeman di qada aboriyê de ji xwe re ciyekê nabînin, bi fikar nêz dibin û dûr disekinin. Di vê çarçoveyê de “Meclîsa Jinan ya Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Diyarbekir” li hember bergiriyên tevlêbûna jinan yên aborî, piştî tevlêbuna wê ya qada aborî berdewamiya wê, bi pirsgirêk û rêgezên ne wek hev yên ku piştî tevlêbûna wê ya qadê wê tune dihesibîne re jî têdikoşe û bi her awayî piştgiriya wê dike.

Em di wê baweriyê de ne ku ji bo ewlehiyê, ji bo pergaleke bêtir mirovahî û berdewamî îstîkrarê, tevkariya civakî, têkoşîna li hember tundiyê gelekî girîng e. Divê em weke Meclîsa Jinan ya Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Diyarbekir tam di vir de xwedî berpirsyarî û helwestekî bin. Têkoşîna li hember jinê divê ne tene di gotinê de, divê piştgiriya wê bi hijmendî û helwesteke gerdûnî ya teqez jî bê kirin.

Tirkiyê di sala di 2011an de li Stenbolê ji bo Tundiya li Hember Jinê û Bergiriya Tundiya li Malê û bi van mijaran ve aleqadar “Peymana Konseya Ewrûpeyê,” bi navekî din “Peymana Stenbolê” di nava dewletan de cara ewil ji alî Tirkiye ve tê destnîşan kirin. Peymana Stenbolê di serî de ji ber sedemên zayêndî jinên ku rastî zext û pêkûtiyan tên û herwiha ev peyman, peymaneke navnetewî ye û her kesên ku tûjî tundiyê bûne parastina wan esas dike.

Bê ku navberê bike nava wan, yekî ji yên din cuda bike, di serî de bergiriya jin, zarok û her mirovên ku ji ber nasnameya xwe ya zayendî rastî neheqî werin dike. Kesên ku tûjî van zext û zordestiyan were diparêze û hewl dide ku kesên ku ev kiryar kiribin jî cezayên ku heq kirine bigire. Di van mijaran de ev peyman wek şêwirmendekê rê nîşanê dewlatan dide. Peymana Stenbolê pişta xwe dide Mafê Mirovan yên Bingehîn û li gor peymanê Mafê Mirovan ne mijara nîqaşê ye. Ji ber van egeran ji bo kêmkirina tûjbûna sûcan û cezagirtina sûcdaran betalkirin an şerha li ser xalekê wê dê rê li pêşiya tundî, kuştina jinê û bê cezabûnê veke.

Ji ber van egeran weke ku di peymanê de jî hatiye pênasekirin di serî de jin û di her qadê de ji bo ku dawiya her cure tundiyê were, divê Peyman dimeldest bikeve meriyetê û her wiha daxwaz û xwesteka me eve ku êdî nîqaşên di derbarê betalkirina Peymana Stenbolê bi dawî bibin.