LI AMEDÊ “PERGALA ŞOPANDINA MALÊN HEWARIYÊ” DIKEVE XIZMETA GELÊ ME

Guherîn û veguherînên ku hertim û bi lez û bez di amûrên ragihandinê de pêk tên bandora xwe li ser kar û barên sazî û dezgehan jî dikin. Bi vê bandorê, ji bêgavî di rê û rêbazên amûrên ragihandinê û xebatên  sazî û dezgehan de jî zûguherîn û veguherîn pêk tên. Di her kêliya jiyana me ya rojane de derfetên ku teknolojî û ragihandinê derxistine holê, pêşketinên wê yên bi lez û rast û dirust hertim derdikevin hemberî me.

Ji bo ku ev derfet di jiyana me ya civakî û çandî de sûdewertir bên bikaranîn me di encama hin kar û xebatan de weke Odeya Bazirganî û Senayî ya Amedê, Borsaya Bazirganî ya Amedê, Yekitiya Esnaf û Zeneatkarên Amedê, Serokatiya Herema Organîze Seneyiyê û Platforma Komeleyên Amedê, me “Pergala Şopandina Malên Hewariyê” saz kir.

Di jiyana me ya civakî û ya çandî de yek ji wan kevneşopiyên girîng jî “Malên Hewariyê” ne. Malên Hewariyê ji alî manewî ve bûne navendên ligelhevbûna gel ya di talî tengiyê de. Herwiha ew bûne cihê parvekirin û alîkariya civakî jî. Ji ber van egeran divê malê Hewariyê hê bêtir di xizmeta gel de bin û bikaribin vê xizmetê baştir bikin.

Ji bo ku gelê me bikari be bi dilekî rihet sûdê ji van malen hewariyê yên heyî bigire, dikare bi alîkariya “Pergala Şopandina Malên Hewariyê” tişîbûn û valabûna wan, hebûn tunebûna cihê jinan an mêran, navnîşan û agahiyê ragihandinê yên berpirsyarên wan tevan dikare bi rihetî bi dest bixe. Dê “Pergala Şopandina Malên Hewariyê” ji yek navendekê ve bê birêvebirin. Kesên ku bixwazin ji vê pergalê sûdê werbigrin divê li telefonên xwe yên destan “Sepana Pergala Şopandina Malên Hewariyê” bar bikin. Bi vî rengî wê bikaribin bi dilekî rihet vê pergalê bişopînin.

Di çarçoveya giştînameyên ku Wezareta Karên Tenduristî û Wezareta Karên Hundir ji bo COVID-19 veyrûsê weşandine, ji ber ku li malên hewariyan niha hewarî nayên danîn, bi derbasdarî li eywanên mêvana ya Derê Mêrdînê û li Gerînendeyê Goran yê Yenîkoyê, yên ku bi ser Gerînendeyê Goran yên Şaredariya Başarê Mezin ve ne, dê di LED monîtoran de bi tenê navên kesê ku miriye û tevî agahiyên ragihandinê yên malbata wê/wî were nişandan. Kesên ku ev bername daxistibin telefona xwe ya destan kengê bixwazin dikarin navên kesên mirî, xizmê wan û agahiyên wan yê ragihandinê bi rihetî bibînin.

Ji ber ku di dema vê êşê de hewarî nayên danîn. Armanc ew e ku bi vê mabestê dê nas û dost bikaribin bi rêya telefon û peyaman serxweşiyê ji bo xwediyê hewariyê bixwazin. Ger ku dawî li vê êşê were û car din “Malên Hewariyê” vebin jî, dê bi alîkariya heman bername û bi LED monîtorên ku li hemû Malên Hewariyê werin sazkirin dê di wê kêliyê de agahiyên derbarê hemû hewariyan de werin parvekirin.

Ango li “Malên Hewariyan” agahiyên weke hewariya kê heye, kengê dest pê kiriye, wê kengê biqede, navnîşana mala hewariyê, agahiyên ragihandinê, hebûn û tunebûna cihê jin û mêran, agahiyê ragihandinê yê berpirsyarê mala hewariyê wê hem di bernameyên ku li telefonan hatine barkirin, hem jî di LED monîtoran de bên nişandan.

Bi hêviya bi dawîhatina vê êşa KOVİD-19 û berdewamiya çanda me ya hevkarî tevkariyê. Ev pergala me ya nû bila li bajar û gelê me pîroz be.

Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê,

Borsaya Bazirganî ya Amedê,

Yekitiya Esnaf û Zeneatkarên Amedê,

Serokatiya Herema Organîze Seneyiyê

Platforma Komeleyên  Amedê,