Birca Keçika, birca herî kevn, mezin û dîrokî ya li ser Sûrên Amedê ye ku gelek tûrîst serdana wê dere dikin, wek Navenda Çand û Hunerê dê were xebitandin.
Di daxuyaniya Alîkarê Serokê Komîteya Rêveberiyê ya DTSOyê Ercan Tayınlamakî de hat diyarkirin ku ji bo ji nû ve xebitandina vê ciyê dîrokî, xebat hatin destpêkirin.
Tayımlamakî got: “Qata zemînê ya Birca Keçikan dê wek eywana pir alî, qada pêşangeh û fûayê were bikaranîn. Diyarê birce wek terasê dê were bikaranîn .Li pêşiya birce dê meydanekî biçûk ji bo jinan were veqetandin da jin bikaribin tiştên mehelî li wir bifroşin. Herwiha dê ciyên tamkirin û bêhnvedanê jî werin tê de werin çêkirin. Bi veberdêriyên ku werin kirin dê çalakiyên çand û hunerê wek sinema, pêşengeh, şano û muzîk li Birca Keçikan werin çêkirin. Bi qadên danasandin û firotina tiştên mehelî xizmeta ji bo tûrîstên binkî û biyanî dê xurt bibe. Li hemberî Sûrê di qadeke guncan de dê xebata şil a hecmê were kirin û têkeve xizmetê.”
DTSO ji bo Birca Keçikan Mîlyonek û 200 hezar TL piştgiriya hîbeyê wergirt.
Tayınlamak diyar kir ku, bi şirîkiya Miduriyeta Bajêr a Geştûguzarî û Çandî, ji bo xebitandina Birca Keçikan ji Îdareya Pêşketina Herêma GAPê 500 hezar TL alîkarî girtin.
Herwiha Tayınlamak got; bi vê alîkariya aboriyê, dê envartera tamên mehelî ya bajêr derkeve û piştgirî ji bo jinan were dayîn. Li pêşiya birce li meydaneke biçûk a ji bo jinan were veqetandin de, dê erebokên firotinê ji bo firotina tiştên mehelî werin peydakirin.
Axaftina xwe wiha dewam kir ku tam û lezetên bajêr ên mehelî hîna di tora tûrîzmê de cîh negirtiye. Ji bo çareseriya vê yekê divê xebat werin kirin û ji bo çêkirina model û avahiya bingehîn a qezenckirina ji bo tûrîzmê, tîcarîkirina tam û lezzet û tiştên mehelî dê bingeheke xurt were avakirin.
Herwiha li axaftina xwe zêde kir û got di bergeha projeyê de turîstên binkî û bîyanî yên ku tên serdana Birca Keçikan ji bo ew ji qadên qebare yên şil îstîfade bikin dê bingeh were avakirin.
European Endowment for Democracy (EED) Ji bo damezirandina Çand û Hunerê ya Birca Keçikan piştgirî da.
Tayınlamak diyar kir ku alîkariya aboriya din a projeyê, ji bo avakirina Navenda Çand û Hunerê ya Birca Keçikan bû. Qata zemînê ya Birca Keçikan dê wek eywana pir alî, qada pêşangeh û fûayê yanî ji bo çalakiyên çandî were bikaranîn. Herwiha wisa dewam kir; ji bo danîna bingehê pêdiviyên wek tefrişat û ekîpmanan jî ji EEDyê 89 hezar Euro alîkarî hatin girtin.
Tayınlamak da zanîn ku navenda çand û hunerê dê bi hevkariya sazî û însiyatîfên ku li bajêr di qada çand û hunerê de fealiyet bikin û got, “Di navenda çand û hunerê de performansên derbarê çand û hunerê de dê bi hevkariyê werin nişandan û dê navend di asta netewî û navneteweyî de malovaniya çalakiyên çand û hunerê bike.” Herweha Tayinlamak diyar kir ku ew digel avakirina navendê di heman demê de ji bo çalakkirina navendê di asta netewî û herêmî de bi sazî û dezgehên eleqedar re di nav xebata hevpariyê de ne.
Tayınlamak axaftina xwe wisa temam kir: Ji bo qada pêşîn a Birca Keçikan projeya sererastkirina hawirdorê ji aliyê Komîteya Parastina Giyanewerên Sirûşt û Çandê ya Amedê ve hat erê kirin û projeya ku di xebatên Wezareta Bajar û Hawirdorê hatiye pejirandin dê referans were girtin. Bi projeya ku were pejirandinê li pêşiya Birca Keçikan de dê meydaneke were çêkirin. Me bi Şaredariya Sûrê re ji bo parastina xebatên peyzajê protokola şirîkiyê îmze kir. Armanca me ew e ku bi xebat, alîkarî û fealiyetên me yên ku dê werin kirin Birca Keçikan bibe mekaneke dîrokî ya çandî .”