Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA’yê Erdal Avşar û Serokê Lijneya Weqfa OBPA’yê Farûk Korkmaz, derbarê avakirin û xebatên Mekteba Sanayî ya DTSO’yê de agahî dan.
Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiya OBPA’yê Avşar diyar kir ku, Mekteba Sanayî ya DTSO’yê ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û bi piştgiriya Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê û Ajansa Bipêşketinê ya Karacadag ve hat avakirin. Di dawîya sala 2019’an de dest bi nûkirina avahiya dîrokî hat kirin û karên wek paqijkirina kevirên bazalt û derxistina wan a derve, çêkirina hin karên hêsan ên hundir û derveyî avahiyê hatin kirin. Bi vî awayî hemû karê avahiyê bi dawî bû û dest bi karê perwerdehiyê hat kirin.
Bi Mekteba Sanayî ya DTSO’ê re kargîniya avahiyê ya ku di rabirduyê de jî rola perwerdehiyê dilîst dîsa hat parastin
Avşar axaftina xwe wisa berdewam kir; “Avahiya dîrokî ji serdema Komarê ve ta roja me bi mebesta perwedehiyê hatiye bikaranîn û di sala 1956’an de li Tirkiyê li 6 bajaran kolejên maarîf hatine vekirin, ev dere jî wek Koleja Maarîf ya Amedê hatiye kargînkirin. Avahiya ku li hember wê hatiye avakirin û vê gavê wek avahiya xizmetê ya OBPA’yê kar dike, di sala 1896’an de wek Mekteba Sanayî ya Hamîdiye hatiye kargînkirin. Her du avahî jî ta roja me bi mebesta perwerdehiyê hatine bikaranîn, bi piştgiriya Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, Ajansa Bipêşketinê ya Karacadag ji aliyê OBPA’yê ve ji nû ve bi boneya perwerdehiyê hatin kargînkirin.”
Bi taybet bi armanca ku tekûziya siberojê ya ciwan û jinan pêş bikeve hatiye avakirin
Avşar ku derbarê armancên Mekteba Sanayîyê agahî dan, da xuyakirin ku; me Mekteba Sanayî ji bo ku karhêziya bajêr ya heyî pêş bikeve, tekûziya siberojê ya ciwan û jinan were avakirin, ciwanên niha yên ku bêkar in di beşên cuda de werin perwerdekirin û tevlî îstihdamê bibin hatiye avakirin. Em ê teknolojiyên perwerdehiyê yên pêşketî û nûjen bi kar bînin û perwerdehiyên onlînê pêş bixînin.
Avşar wisa da zanîn; bi vê mebestê di asta herêmî, netewî û navnetewî de ew ê hevkariyê bi dest bixin û bernameyên asta wan li jor ji bo perwerdehiyê pêk bînin. Li gorî komên tên mebestkirin ew ê perwerdehî bidestheqî û bêdestheqî werin sazkirin. Ji herêmê ew ê gelek mirov karibin beşdar bibin û taybet ew ê ciwan û jin karibin bêhtir xwe perwerde bikin û karên asta wan gelek li jor peyde bikin.
Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Perwerdehî û Zanyariyê ya OBPA’yê Farûk Korkmaz jî da zanîn ku, gelheya ciwanan ya bajêr ji bo pêşketin aboriyê û bipêşketina herêmê potansiyeleke gelek girîng e. Em bawer dikin ku ew ê li herêmê çavkaniya mirovan pêş bixîne û xebatên aboriyê bigihîne asteke din. Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê û Ajansa Bipêşketinê ya Karacadag jî bi van armancan dan xuyakirin ku piştgiriya projeyê dikin.
Ji bo perwerdehiyên ji cihê xwe û onlînê hemû binesaziyên teknolojîk yên pêwîst hatin avakirin
Korkmaz derbarê xizmet û komên armanc de agahî dan û wisa got; di Mekteba Sanayî ya DTSO’yê de ji bo kesên li bajêr kar digerin, ciwan, jin, kesên ku ji bo qadên cuda bixwazin xwe pêş bixînin û kesên ku di qadên xwe de bibin pispor ew ê bernameyên perwerdehiyê werin sazkirin, li ser navnîşana www.dtsosanayimektebi.com ew ê serîlêdan werin kirin. Perwerdehî ew ê rû bi rû û onlîne werin organîzekirin, ji bo kesên ku perwerde girtine û bixwazibin karên xwe ava bikin û ji bo werin îstîhdamkirin piştgirî were kirin. Li ser navnîşana www.dtsosanayimektebi.com ew ê portala webê were kirin û li vir rûhevkirin were çêkirin, ji bo van xebatan tevahî binesaziya teknolojîk hatiye avakirin.
Ji bo binesaziya perwerdehiyê jî van agahiyan dan. “Li Mekteba Sanayîyê du polên teorîk ku ji 50 kesan pêk tên û du polên kompîterê ku ji 30 kesan pêk tê hene. Ji bo ku serlêdana perwerdehiyê were girtin, bername werin sazkirin çavkaniya hewce ya mirovan ji aliyê OBPA ve bi cî tê anîn. Li polên compîteran gelek bernameyên ku vê gavê li herêmê bi awayekî çalak tê bikaranîn ên wek; Solidworks, Sketchup, Corel Draw, Luxulogy Modo 3D Modelleme, Microsoft Office 365, Photoshop, Adobe Illustrator, Maya, Logo, IdeCAD, AutoCAD, Kitchen Draw, Houdini, Alpha CAM, 3D Max, Mat LAB, Mab İnfo, Indesign, Fusion 360 hene. Ji bo bernamyên qadên wek cilûbergên amade, sêwirandina endustriyel jî xebatên me didomin.”
Perwerdehiyên Pîlotaj Drone, Endazyariya Trafîkê û Sinyalîzasyonê dest pê kirin
Korkmaz derbarê pêvajoya perwerdehiyê de agahî dan, diyar kir ku ew ê di meha Tebaxê de perwerdehiyên Pîlotaj Drone, Endazyariya Trafîkê û Pergalên Sinyalîzasyonê li dar bixin, di meha Îlonê de jî bi bernameyeke berfirehtir re xebatên perwerdehiyê yên onlîne û rû bi rû werin kirin. Di nava Mekteba Sanayiyê de ji bo komên cuda bernameyên perwerdehiyê ew ê were lidarxistin, ji bo vê jî saziyên wek TOBB ETU, Zanîngeha Artûklû, Zanîngeha Okan, Odeya Malî Muşaviran, TMMOB piştgiriyê bidin van bernameyan. Li gel bernameyên nivîsbariyê di qadên wek gastronomî, turîzm, sêwirandin, bazirganiya derve, bazargeriya dijîtal, pisporiya saloxgeriya bazirganiya derve ew ê bernameyên perwerdehiyê werin lidarxistin. Korkmaz diyar kir ku bernameyên perwerdehiyê dikare li ser navnîşana www.dtsosanayimektebi.com were şopandin.